Kenaleke nû ya Kurdî bi Erebî dest bi weşanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziyeke nû ya ragihandinê ya bi navê “Şems” îro 07.12.2025an li Herêma Kurdistanê tê vekirin ku bername û nûçeyên xwe bi zimanê Erebî û bi nêrîneke nû pêşkêş dike.

Televîzyona Şems toreke wê ya peyamnêran heye ku bûyerên rojane li 20 welatan dişopîne, herwiha nûçeyên aborî û werzîşî jî vediguhêz.

Kenala asmanî Şems TV ronahiyê dixe ser pirsa Kurd û di qada medyayê de dîmeneke nû ya siyasî pêşkêş dike.

Kanala Şems ji Hewlêrê ve dest bi weşana xwe bike û siyaseta wê jî tekezî li ser mijarên aştî, xweşguzarî û pêşketinê ye.