Mesrûr Barzanî û Erdogan tekezê li ser nehêlana astengên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê tekezê li ser pêşxistina peywendiyên dualî û nehêlana astengên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 07.01.2025) di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Tirkiyeyê de, li Koça Komarî li Enqereyê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da ku, di wê civînê de danûstandin li ser bihêzkirina peywedniyên dualî û dawî pêşxistin û pêşhatên Îraqê û guhertinên deverê û Sûriyeyê hatin kirin.
Di pareke din a wê civînê de, “tekez li ser giringiya çarekirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrî û nehêlana astengên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de hat kirin”.
Di derheqa rewşa Sûriyeyê de jî, wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “her du alî li ser pêdivîtiya parastina aramî û ewlehî û mafên tevaya pêkhateyên wî welatî hevnerîn bûn”.
Ji aliyekî din ve Serokatiya Komara Tirkiyeyê di ragehandinekê de amaje daye ku, di civîna Mesrûr Barzanî û Recep Tayyip Erdogan de danûstandin li ser peywendiyên dualî û pêşhatên deverê hatin kirin.
Serokatiya Komara Tirkiyeyê eşkere jî kir ku, “Di wê civînê de tekez li ser seqamgirî û ewlehiya Îraqê hat kirin û her du alî bizavê dikin ku, pêşhatên Sûriyeyê nebin sedema neseqamgiriyeke din li deverê”.