Mesrûr Barzanî: Me îro bi Hakan Fîdan re tekez li ser mukomkirina peywendiyan kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne ku, îro bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re tekez li ser mukomkirina peywendiyên navbera her du aliyan û pirsên bazirganî û weberhênan û enerjiyê kirine.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 07.01.2025) li ser pilatforma Xê peyamek di derheqa serdana xwe ya ji bo Enqereya paytexta Tirkiyeyê û civîna xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de parve kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsiye, “Ez îro li Enqereyê bi rêzdar Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyam û me dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên Îraq û Sûriye û deverê li hev guhertin, herwesa me tekez li ser mukomkirina peywendiyên xwe di warên bazirganî û weberhênan û kertê enerjiyê de kir.”
Today in Ankara, I met with FM @HakanFidan. We exchanged views on recent developments in Iraq, Syria and beyond, and ways to deepen trade and investment ties between the Kurdistan Region of Iraq and Türkiye, including in energy -mb. pic.twitter.com/WYA6sd0MPU
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 7, 2025