Çima Erdogan û Hakan Fîdan li malên xwe pêşwaziya Mesrûr Barzanî kir?

Mesrûr Barzanî û Erdogan
Mesrûr Barzanî û Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Şiroveker Amajeyê didin ku, pêşwazîkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ve wekî mêvanê Rojhilata Navîn li malên wan, wê manayê dide ku ew li mala xwe ye û bi hev re li bin yek ban arêşeyên Kurdan li Bakur û Rojava çare dikin.

Rojnamevan û Berpirsê Siyaseta Ewlehiya Rojnameya Haberturkê Çetiner Çetin duhî (Sêşem, 07.01.2025) di derheqa serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Enqereyê de hin daxuyanî dan.

Çetiner Çetin got, “Pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li mala wî ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û herwesa pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî li mala wî peyameke giring e ku, mêvanekî Rojhilata Navîn li nav mala xwe ye û serdana wî ji bo Tirkiyeyê gelek giring e.”

Çetiner Çetin herwesa got, “Bi pêşwazîkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li malên xwe, Serokkomarê Tirkiyeyê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê xwest wê yekê berçav bikin ku, ew di bin banê yek malê ve ne û di wê malê de bi hev re arêşeyên Kurdên Bakur û Rojava çare dikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Sêşem, 07.01.2025) bi serdaneke fermî gehişt Enqereya paytexta Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Medyaya Tirkiyeyê bi awayekî giştî bi giringî ve behsa serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Enqereyê û civînên wî yên bi berpirsên bilind ên Tirkiyeyê re kir.

 
Fly Erbil Advertisment