Civîna şanda teknîkî ya PDK û YNKê dest pê kir

Logoyên PDK û YNKê
Logoyên PDK û YNKê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna şanda hevpar a teknîkî ya PDK û YNKê li bajarê Hewlêrê dest pê kir.

Peyamnêrê K24ê Newres Ebdila got, “Civîna şanda hevpar a teknîkî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro (Çarşemê, 08.01.2025) seet 03:00 ê piştî nîvro, li hola Seid Ebdila li bajarê Hewlêrê dest pê kir.”

Newres Ebdila amaje jî da, “Ev civîn temamkera civîna duhî (Sêşem, 07.01.2025) ya navbera her du aliyan e, ku li bingeha  Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li Hewlêrê hat kirin.”

Şanda PDKê ji Piştîwan Sadiq, Dilşad Şehab û Umêd Sebah pêk tê. Şanda YNKê jî ji Rêwaz Fayeq, Amanc Rehîm û Şalaw Şêx Selah pêk tê. Tê çaverêkirin ku di vê civînê de bernameya hevpar a wan her du partiyan ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê amadekirin.”

Di hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de, ku li roja 20.10.2024ê hatin kirin, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bi dest xistin.

 
 
Fly Erbil Advertisment