Feysel Yûsif: Serok Barzanî her dem tekeziyê li ser parastina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê ENKSê dibêje, “Serok Barzanî ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, rewşê dişopîne û her dem jî daxwaza yekrêzî û yekhelwestiyê ji aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kiriye.”

Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Çile pêşwazî li şandeke Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kir û Serok Barzanî tekezî li ser piştevaniya doza gelê Kurd li Sûriyeyê, pêwîstiya yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî, berçavgirtina berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyeyê û piştbestin bi diyalog û rêkarên aştiyane kir.

Derbarê hevdîtinê de, Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re got: “Serok Barzanî bi spasî ve her dema ku pêwîstî hebe, daxwaza hevdîtina ligel ENKSê dike. Serok Barzanî ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, rewşê dişopîne û her dem jî daxwaza yekrêzî û yekhelwestiyê ji aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kiriye. Îro jî tekezî li ser yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di vê qonaxa nû ya Sûriyeyê de kir û got ku derfeteke zêrîn hatiye pêş û divê Kurd wê jidest nedin.”

Herwiha got: “Serok Barzanî xwast guhdariya nêrîna ENKSê derbarê Sûriyeya nû de bike û xwast ku aliyên Kurdî bi hev re karekî bikin ku wek miletekî li ser xaka xwe dijî, bikarin di Sûriyeyê de bibin hevpar.”

Li ser yekrêziya Kurdî di nava aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de jî Feysel Yûsif da zanîn, bi çavdêriya Serok Barzanî gelek hewl ji bo yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatin dayîn, ji sala 2019an ve jî bi çavdêriya Serok Barzanî û Hevpeymaniya Navdewletî diyaloga Kurdî – Kurdî hate kirin û niha ev hewl berdewam in.

Herwiha got: “Eger ew rêkeftinên di navbera aliyên Kurdî de yên ku bi çavdêriya Serok Barzanî hatine kirin, bihatana cibicîkirin, dibe ku rewşa Kurdan bi awayekî din ba. Dema Mezlûm Ebdî ku berê jî îmzekiriye ku yekrêziyê cibicî bike, niha xwe dike xwediyê vê nêrînê, divê rola xwe bibîne û aliyê PYDê bîne ser helwesta yekrêziyê.”

Derbarê pêşeroja Sûriyeyê de, amaje bi wê jî kir, “Serok Barzanî her dem tekeziyê li ser parastina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dike, li gorî ku em çawa wan mafan diyar dikin. Me jî berê gotiye ku gelek netew û ol di Sûriyeyê de hene, ji berê wê divê Sûriye welatekî federal û demokrat be ku mafên her kesî tê de parastî be û mafên gelê Kurd di destûrê de werin gerentîkirin.”

Herwiha got: “Em hêvî dikin Mezlûm Ebdî bersiveke dawî bide me ku bikare baweriyê di navbera me de pêk bîne, ta ku em bi hev re bi nêrîneke hevbeş biçin Şamê.”