PWK û ENKS tekeziyê li girîngiya xurtkirina peywendiyên di navbera xwe de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) tekeziyê li girîngîya berdewamî û xurtkirina peywendiyên di navbera xwe de dikin.
Buroya Ragehandinê PWK di daxuyaniyekê de belav kir, Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk duhî 8ê Çile li Hewlêrê serdana Rêvebirîya ENKSê kir û ji aliyê Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl û endamên Serokatiya ENKSê Silêman Oso, Feysel Yûsif û Fesla Yûsif ve pêşewazî lê hate kirin.
Diyar kir jî, Mustafa Ozçelîk pîrozbahî li Mihemed Îsmaîl kir, bi boneya destnîşankirina wî Serok ENKSê û hêviya serkeftin ji wî û ENKSê re xwest.
Li gorî daxuyaniyê, Mustafa Ozçelîk û endamên Serokatiya ENKSyê di derbarê xebatên xwe û rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê de agahdarî dan hev û bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.
Amaje bi wê jî kir, herdu aliyan girîngîya berdewamî û xurtkirina peywendiyên PWK û ENKSê anîn zimên.
Herwiha da zanîn jî, hevdîtina Mustafa Ozçelîk ya li gel rêvebirîya ENKSê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.