Mesrûr Barzanî û Cîgira Balyozê Îtalya rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Çile pêşwazî li Cîgira Balyozê Îtalyayê li Iraqê Chiara Franchini kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo li ser pêşxistina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warên aborî û bazirganî de û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê de hatin kirin.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê hat kirin.

 
Fly Erbil Advertisment