Joe Biden sizayên nû li ser Rûsyayê disepîne

Alayên Amerîka û Rûsyayê
Alayên Amerîka û Rûsyayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsekî Amerîkayî ragehand, “Joe Biden di rojên dawiyê yên desthilata xwe de alîkariyek bi bihayê 500 milyon dolaran da Ukraynayê, herwesa biryar e çend sizayan li ser Rûsyayê bisepîne.”

Berpirsekî Amerîkayî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin îro (Pêncşem, 09.01.2025) ragehnad, “Pilana Serokê Amerîkayê Joe Biden wesa ye ku di vê heftiyê de, berkî ku Donald Trump wekî Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî dest bi karê xwe bike, zêdetir sizayan li ser Rûsyayê bisepîne.”

Wî Berpirsê Amerîkayî herwesa got, “Ew siza zêdetir aliyê aborî vedigirin û ev jî wekî piştgiriya Ukraynayê di şerê li beranberî Rûsyayê de ye.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Îdareya Biden îro alîkariyek bi bihayê 500 milyon dolaran ji bo Ukraynayê şandiye, ku ji moşek û teqemenî û perçeyên balafirên şerî pêk hetiye.”

Ev jî di demkê de ye ku, Donald Trump pêştir helwesta xwe li bernaberî wî şerî eşkere kiribû, ku alîkariyên Ukraynayê kêm dike û bizavê dike di dema 24 seetên destpêkê yên karê xwe de, şerê Ukrayna û Rûsyayê bidawî bîne.”

 
Fly Erbil Advertisment