Konsulê Filistînê spasiya Serok Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Erkê Konsulê Filistînê li Hewlêrê bidawî hat û Serok Barzanî ji aliyê xwe ve daxwaza serkeftinê di erkê nû de ji wî re dike.
Baregayê Barzanî îro (Pêncşem, 09.01.2025) parve kir, “Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir.
Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî, ku ji ber bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê serdana Serok Barzanî kir, di wê hevdîtinê de spasiya piştevaniya Serok Barzanî di dema erkê wî li Kurdistanê de kir.
Serok Mesûd Barzanî jî ji aliyê xwe spasiya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir û daxwaza serkeftinê di erkê nû de ji wî re kir.
Dawî pêşhat û guhertinên deverê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.