Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Serokkomarê Libnanê yê nû dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahiyê li Serokkomarê Libnanê yê nû dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 09.01.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir û got, “Ez pîrozbahiyê li Serokê Libnanê yê nûhilbijartî Joseph Aoun dikim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa nivîsiye, “Ez daxwaza serkeftinê ji wî re dikim û ez hêvîdar im ew Libnanê ber bi seqamgirî û pêşkeftinê ve bibe.”
Congratulations to Lebanon’s newly elected President, Joseph Aoun.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 9, 2025
I wish him success in leading Lebanon towards stability and progress -mb.
Fermandarê Bilind ê Serbazî yê Artêşa Libnanê Joseph Khalil Aoun îro (Pêncşem, 09.01.2025) bi piraniya dengên endamên perlemana welatê xwe wekî Serokê Libnanê yê 14ê hat hilbijartin.
Serokê Libnanê yê nû di peyama xwe ya yekê de got, “Em dê rûpeleke nû ji dîroka Libnanê vekin û em hemî dê li beranberî qanûnê wekhev bin.”
Joseph Khalil Aoun soz jî da ku bi zûtirîn dem û bi şêwirmendiya Perlemana Libnanê kesekî hejî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Libnanê destnîşan dike.
Ji 31.10.2022ê ve, li gel bidawîhatina dema desthilatdariya Mîşêl On, ev heta zêdetirî 800 rojan e ku postê Serokkomarê Libnanê vala ye.