Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Divê em pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê rast bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna awarte ya Encûmena Wezîran ya derbarê pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, “Em di wê baweriyê de ne ku reftara niha ya Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê zordar û nedadperwerane ye û nayê qebûlkirin.”

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, nûnerên Herêma Kurdistanê li hikûmeta federal û serokên fraksyonên Kurdistanî yên hemû aliyan, îro civîneke awarte ya Encûmena Wezîran hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: “Divê em vê peywendiyê rast bikin. Destûreke me heye û divê em li gorî wê tevbigerin.”

Herwiha got: “Dadgeha Federalî tenê di berjewendiya hikûmeta federal de biryar dane û ti carî biryarek di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de nedaye.”

Mesrûr Barzanî: “Em daxwaza wekhevî û mafên xwe yên destûrî dikin. Divê em hemû hewlên xwe ji bo rastkirina van pirsgirêkan bidin.”

Got jî: “Divê em di sala 2025’an de tiştekî bikin da ku gelê me ji vê nîgeran derbikeve. Gelê me heq nake ku bi vî rengî serederî pê re were kirin. Gelê Kurd jî weke hemû gelên din ên Iraqê bi têkoşîn û qurbanîdana xwe hêjayî rêzgirtinê ye.”

Mesrûr Barzanî got: “Em daxwaza wekhevî û mafên xwe yên destûrî dikin, hem li ser asta îdarî û hem jî di asta kargêrî de. Bila em hemû hewlên xwe bidin ji bo sererastkirina van pirsgirêkan û danîna peywendiyeke saxlem di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Weke ku Serokwezîr got: “Pêwendiya niha ya Bexdayê li gel Herêma Kurdistanê, ne peywendiya qewareyeke federalî ye. Bi Herêma Kurdistanê re weke parêzgehek, heta biçûktir jî, danûstandinê dike.”

Mesrûr Barzanî got: “Em nikarin hemû pirsgirêkên xwe tenê bi mijara mûçeyan kurt bikin. Lê mixabin Bexdayê bi siyaseteke serkeftî kariye pirsgirêkên me biçûk bike. Me mijûl ku mûçeyên gelê Kurdistanê mehane tê dayîn, yan na? Kurdistan 100 sal in qurbaniyan dide ji bo mûçeyê bû, lê ji bo ax, welat, wekhevî û azadiyê?”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji wezîr, parlementer û berpirsên Kurdistanê yên li Bexdayê re got: “Erkê we yê yekem li gor raya me û hemû gelê Kurdistanê, parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê û parastina maf û şayesteyên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê ye.”