Serokwezîr hejmarek biryar ji bo paqijiya jîngehê dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serpereştiya civîneke taybet ji bo lêkolînkirina pirsgirêka qirêjiya hewaya Hewlêr û Dihokê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Mijara parastina jîngehê, beşeke girîng a karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û divê erk û xema me hemûyan be û divê jîngeh û xwezaya bedew a Kurdistanê paqij bihêlin.”

Herwiha got: “Parastina tenduristiya welatiyan û jîngeha Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeya pîsbûna hewayê, ji bo me gelekî girîng e û erkekî pêşîne yê hikûmetê ye. Di vê derbarê de me aliyên peywendîdar raspardin ku tedbîrên pêwîst ji bo nehîştina sedemên pîsbûna hewa û jîngehê û cezakirina binpêkeran bigirin.”

Di vê derbarê de biryar hat dayîn:

Yekem: Ji îro û pê ve her parzûngeh û kargehek ku li derveyî şert û mercan kar bike û bibe sedema qirêjiya jîngehê, dê li dijî wan tedbîrên qanûnî bên kirin.

Duyem: Her parzûngehek, an kesek, an saziyek ku sotemeniya qirêj otomobîlan bo berhem tîne, yan qaçaxçîtiyê bike dê were qedexekirin. Her weha divê sînorek ji bo şewitandina gaza têkildar li kêlgehên neftê bê danîn.

Sêyem: Divê xwediyên jeneratorên elektirîkê pabendî rênimayiyên hikûmetê bin û fîlterên deng û gemarê deynin û her kesê binpê bike, dê li hember wan tedbîrên yasayî bên girtin.

Çarem: Rêgirî li bikaranîna ava pîs û kanalîzasyonê bê kirin, yên ji bo avdana sebzeyan û avdaniyê tê bikaranîn.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment