Bahçelî: Di hevdîtina duyem ya li Îmraliyê de divê banga çekdanînê li PKKê were kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê MHPê û destpêşxerê proseya nû Dewlet Bahçelî ragihand, ew serdanên şanda Dem Partiyê baş dibînin û çaverê dikin, di serdana Îmraliyê de Ocalan vê carê banga çekberdanê li PKKê bike. 

Bahçelî îro 14ê Çile di civîna fraksiyona Partiya xwe de got: “Em serdanên Şanda Dem Partiyê erênî dibînin. Nêzîkatiyên rêzdarî cihê dilxweşiyê ne. Her kesek ku piştevaniya armanca Tirkiyeya bêteror bike, em giring dibînin. Ji bo rêxistina terorê dawî hatiye û êdî nikare xwe bisipêrîne ti aliyekî.”

Herwiha got: “Di hevdîtina duyem ya Şanda Dem Partiyê bo Îmraliyê de, divê banga dawîbûna terorê beyî ku tu mercek were pêşxistin, were kirin. PKK yan divê çekên xwe binax bike, yan tevî çekan xwe radestî bikin, yan jî dawiya wan nebaş e. Bi terorê re bazarî û danûstandin nabe.”

Bahçelî derbarê rewşa Sûriyeyê de jî got: “Li Sûriyeyê endamên rêxistina cudahîxwaz yên PKK-PYD divê guh bidin banga hikûmeta Sûriyeyê. Divê çekên xwe deynin û dest ji terorê berdin. Eger na, erkê dewletê ye rêxistina terorê li Rojhilatê Firatê nehêle.”

Serokê Giştî yê MHPê got jî: “Em dibinin Amerîka û Fransa piştevaniya rêxistina terorê dikin. Lê ev yek nerast e. Rojhilatê Firatê yan ji terorê rizgar dibe, yan jî dê were rizgarkirin. Divê PKK/YPG ji Sûriyeyê derkeve û were hilweşandin.”