Nûnera MSDê li Amerîkayê rola Serok Barzanî bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê rola Serok Barzanî bilind nirxand.

Nûnera MSDê li Amerîkayê Sînem Mihemed li ser tora civakî ya “X” nivîsî: “Hevdîtina Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî û Nûnerê Serok Barzanî Dr. Hemîd Derbendî ji bo yekrêziya Kurd û pêwendiyên dualî gaveke girîng e.”

Sînem Mihemed got jî: “Hevdîtin, gaveke girîng e ji bo piştgirîkirina diyaloga bi Şamê re û bidestxistina berjewendiyên gelê Sûriyeyê.”

Nûnera MSDê amaje bi wê kir: “Pêdagiriya Serok Barzanî li ser bihêztirkirina aştî û hevkariyên navçeyê, bicihkirina mafên gelê me nîşan dide.”

Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî roja 13.12.2025an serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re civiyabû.

Li gorî agahiyan, di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî bû, Dr. Hemîd Derbendî peyama Serok Barzanî ragihand û ku tê de tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdî li hemberî zehmetiyên ku li Sûriyeyê  hene, hatiye kirin.

Li hemberê jî, Mezlûm Ebdî jî tekezî li ser girîngiya parastina destkeftiyên Kurdan û pêkanîna aramiya li herêmê kir û diyar kiriye ku di vê demê de pêwîst e hewldanên hevpar di navbera hemû partiyên Kurd de hebin.