Aboriya Tirkiyeyê saleke zehmet li pey xwe hişt
Stenbol (K24) – Tê çaverekirin aboriya Tirkiyeyê di sala 2025ê de jî wekî salên par û pêrar bi pirsa helawsanê û bêkariyê û bi kurtanîna bazirganiya derve rûbirû bibe. Gelek aborîna di wê baweriyê de ne ku helawsan li Tirkiyeyê bûye pirseke mayînde û dê bêkarî jî zêde bibe. Karsazekî Kurd ê cilûbergan li Stenbolê jî bo Kurdistan24ê eşkere dike ku ji sala borî bi bihaya nîv milyon dolar cil di destê wî de mane. Ne dikare bifroşe, ne jî dikare cilên nû berhem bîne û deynên xwe bide.
Abroiye Tirkiyeyê saleka zehmet li pey xwe hişt tivavek pirsên wekî bêkarî, helawsanê û kurtanîna bazirganiya derve berê xwe dide saleka nû.
Ji şîroveyên aborînasan wisa diyar e ku, aboriya Tirkiyeyê îsal dê di navbera rûbirûbûna helawsanê û mezinbûnê de pêvajoyeka tûnd derbas bike, rêjeyê sûdê dê were kêmkirin û bêkarî jî zêde bibe.
Hin aborînas di wê baweriyê de ne ku pirsa helawsanê dibe pirseke mayînde.
Aborînas Prof. Dr. Îzzettîn Onder ji K24ê re got: “Ya yekem rêjeya bêkariyê kêm nabe. Ya duyem nirxê lîreyê girêdayî hêza xebata pîşesaziyê ye. Lê li Tirkiyeyê serjimêrî zêde dibe, hejmara xanenişînan jixwe hate zêdekirin. Pêwîstiyên mirovan jî zêde dibin û lewma pere nikare nirxê xwe biparêze. Ev jî dê bibe sedem ku Banka Navendî pare çap bike, çapkirina pareyan jî dê nirxê lîreyê kêm bike û hêza me ya kirînê lawaz bibe. Ez di wê bawariyê de me aboriya me dê xirabtir bibe.”
Sala borî kertê ku herî zêde zerermend bûbû, kertê cilûbergan bû û zêdetir du hezar kompanî dawî bi karê xwe anîbûn. Abdullah Kotumê ku ev 30 sal in di nava vê kertê de ye par bîr li ser dawîkirina karê xwe dikir. Wî jî herçend hêvî ji îsal nebe jî neçar e dirêjî bide karê xwe. Ji ber ku bi bihaya nîv milyon dolar cil di destê wî de mane ku qûmaşên wan bideyn kiriye. Daku rûbirûyê deyndaran nebe divê kargeha xwe jî negre.
Karsaz Abdullah Kotum dibêje: “Me berê bêyî çi tirsekê cil berhem dianî û difrot. Lê niha em gelek ditirsin. Ji ber ku xercên berhemanînê gelek biha bûne. . Îro 10 hezar cil di destê min de mane ku bihaya wan dike 500 an jî 600 hezar dolar. Em ji sala 2025ê geşbîn nînin. Heke îsal jî wekî sala borî derbas bibe û sala 2026 jî wiha be, em êdî nikarin vî karî bikin.”
Bêgûman dê dem diyar bike gelo dê sala 2025 xirabtir be ji sala 2024 an na. Lê piştî ku Banka Navendî ya Tirkiyeyê dest bi kêmkirina rêjeya sûdê kir, şerê Sûriyeyê dawî hat û heke şerê Ukraynayê jî dawî were mirov dikare bi hêsanî bibêje ku rojên geş li pêşiya kertê cilûbergan e.