Şam: Em ji bo Îsraîl û ti welatekî din nebin çavkaniya metirsiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Es’ed Şîbanî ragihand, Em ê ji bo ti welatekî, Îsraîl jî di nav de nebin çavkaniya metirsiyê.

Şîbanî îro 16ê Çile di daxuyaniyekê de ragihand: “Me peyam şandin ku Sûriye ji bo ti welatekî, Îsraîl jî di nav de, nabe çavkaniya metirsiyê” Herwiha got: “Çawa ku dixwazin ewlehiya xwe biparêzin, divê ew ewlehiya yên din jî biparêzin.”

Şîbanî herwiha got: “Me pabendbûna xwe bi rêkeftina sala 1974an nîşan daye, ku tê de bicihkirina hêzên cudaker di navbera axa Sûriyeyê û sînorê Îsraîlê de hatiye destnîşankirin. Bi vî awayî her du alî dikarin ewlekariya xwe di bin çavdêriya navdewletî de biparêzin.”

Got jî: “Di heyama berê de Îsraîl hinceta Hizbullah, rêjîma Esed û milîsên Îranî ji bo bombebarankirina welat bikar anî, lê bi rakirina van metirsiyan, divê êdî rêzê li serweriya Sûriyeyê bigire û destêwerdanê di nav axa Sûriyeyê de neke.”

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekgirtî û welatên dostên Sûriyeyê kir ku fişarê li Îsraîlê bikin ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û rêzê li serweriya Sûriyeyê bigire.

Ji dema ketina rêjîma Beşar Esed ve, Îsraîl bi sedan êrîş li ser baregehên artêşa Sûriyeyê li seranserî wî welatî pêk anîne, duh jî bo cara yekem sê kes ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê di êrîşeke Îsraîlê li ser li parêzgeha Quneytera de, hatibûn kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment