Dem Partî serdana Ocalan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Dem Partî radigehîne, “Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê dixwazin pirsa Kurdî bê çarekirin û hevdîtin berdewam dibin.” Tekez jî dike ku ji bo biserxistina piroseya aştiyê careke din li zindanê serdana Ocalan dike.

Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ragehandinek li ser naveroka civînên bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalanre parve kir.

Şanda Dem Partiyê di wê ragehandinê de gotiye, “Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ji bo çarekirina pirsa Kurdan hez û îradeyeke hevpar heye.”

Şanda navbirî herwesa ragehandiye ku, hevdîtinên wan bi partiyên siyasî û girtiyên siyasî re bi armanca danûstandinan û biserxistina piroseya aştiyê bûne û tevaya hevdîtin û civînan jî erênî û hêvîdeh bûn.

Di pareke din a wê hevdîtinê de hatiye, “Têbîniya serekî ya partiyên siyasî zelaliya wê piroseyê û çarekirina duberekiyan li nav Perlamenê ye.” Herwesa Dem Partî tekezê dike ku, siyaseta demokratîk û Perleman ji bo çarekirina pirsa Kurdan li Tirkiyeyê guncayîtirîn mînber in.

Wê şandê amaje jî daye ku, kêkdan û serederiya cudakariyê ya ragehandinan astengan dike di rêya qonaxa aştiyê de, û biryar daye ku di nêzîktirîn dem de serdana Ebdila Ocalan bike.

Şanda Danûstandinan a Dem Partiyê li roja 28.12.2024ê li zindana Îmraliyê serdana Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan kir, bi merema danûstandinan û gengeşeyên destpêkirina piroseyeke nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Ocalan di derheqa daxuyaniya pareke berpirsên Tirkiyeyê ji bo çarekirina pirsa Kurdan de ragehand, “Min şiyan û îrade hene, ji bo tevlîbûna erênî ya pêdivî di gaziya Erdogan û Bahçeli ji bo danûstandinan de.” Ron jî kir, “Serdem serdema aştî û demokrasî û biratiyê ye, ji bo Tirkiyeyê û deverê.”