PDK-S û Pêşverû rola Serok Barzanî ji bo avakirina yekrêziya Kurdî bilind dinerxînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (Pêşverû) rola Serok Mesûd Barzanî ji bo avakirina yekrêziya Kurdî bilind nirxand.
Şandeke serkirdayetiya PDK-Sê duh 17ê Çile li bajarê Qamişlo bi serkirdayetiya partiya Pêşverû re civiya û dawîn pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekezî li ser yekrêziya Kurdî û dîtina mîkanîzmên guncaw ji bo biserxistina danûstandinên Kurdî – Kurdî kir.
Herwiha her du aliyan rola Serok Mesûd Barzanî û piştevaniya wî ji bo avakirina yekrêziya Kurdî û doza Kurdî li Sûriyeyê bilind nirxand.
Şanda PDK-Sê bi serokatiya Sekreterê wê Mihemed Ismaîl bû û ji aliyê sekreterê Pêşverû Dr. Selah Derwîş ve hat pêşwazîkirin.