Mesrûr Barzanî: Ez spasiya pêşwaziya germ a Şah Ebdilayê Duyê dikim

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragehand, “Em bi Şah Ebdilayê Duyê re civiyan û me behsa pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê kir.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19.01.2025) bi serdaneke fermî gehişt Emana paytexta Şahnişîna Urdinê û bi Şahê Şahnişîna Urdinê Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ez spasiya pêşwaziya germ a Şahê Şahnişîna Urdinê Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê dikim.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Me bi hev re behsa pêşxistina peywendiyên bihêz ên navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê û bicihanîna aştî û seqamgiriyê li Rojhilata Navîn kir.”

 

 

Fly Erbil Advertisment