Mesrûr Barzanî ji Serokwezîrê Belcîkayê re: Em dixwazin pêwendiyên xwe bihêztir bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Davos ê Swîsreyê bi Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo re civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 21ê Çile di daxuyaniyekê de ragihand, “Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Belcîkayê amaje bi girîngiya helwesta Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Belcîkayê nîşan da.”
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Belcîkayê kir, ji bo hevkarî û piştevaniya bo Herêma Kurdistanê.