Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Dr. Deştî Dizeyî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê, sersaxî li malbatê Dr. Deştî Dizeyî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 25ê Çile di daxuyaniyekê de got: “Bi mixabinî ve, min nûçeya koça dawî ya bijîjk û kesayetiya naskirî ya Hewlêrê Dr. Deştî Dizeyî bihîst.”
herwiha got: “Xwedêjêrazî di warê bijîşkî û tenduristiyê de xizmet kiriye. Ez pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û xizmên xwedêjêrazî dikim û hevbeşê xemgîniya wan im.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wî.”