Êzidî ji biryareke Civata Nûnerên Îraqê nîgeran in
Navenda Nûçeyan (K24) - Êzidî ji pejirandina qanûna lêborîna giştî ji aliyê Civata Nûnerên Îraqê ve nîgeran in û dibêjin, “Divê Civata Nûnerên Îraqê û Hikûmeta Îraqê çarenivîsa kesên winda yekalî bike û mafê qurbaniyan bide, ne ku tawanbaran azad bike.”
Civaka Êzidiyan qanûna lêborîna giştî red dike û daxwaz dike ku kar bi wê qanûnê neyê kirin. Hezîn ku keçikeke biçûk a Êzidî ye û qurbaniya destê DAIŞê ye û dinyayeke xeman di dilê wê de ye dibêje, “Jiyê min heft roj bûn, ez keftim destê DAIŞê. Çi tişt nayên bîra min, tenê ez dizanim ku daybabên min û xûşka min di destê DAIŞê de ne. Ez hêvî dikim rojek bê ez daybabên xwe û xûşka xwe bibînim.”
Yek ji kesûkarên qurbaniyên Şingalê bi navê Silo Remo dibêje, “Jiyê Hezînê heft roj bû dema ku bi dayika xwe re keft destê DAIŞê. Hêşta çar kesên me yên din jî di destê DAIŞê de mane, ew jî dayika min û birayê min û jina wî û kiça wî ne. Diviyabû li şûna lêborîna giştî, qurbanî hatiban qerebûkirin.”
Şarezayê Qanûnê Bîrhat Haron dibêje, “Li dû yadaştnameya terorê û lihevkirina nehêlana komkujiyan, li gel qanûna Dadgeha Tawanên Navdewletî li Lahay, her sê tekez dikin ku nabe hikûmeta niştîmanî tawanbar û teroristan azad bike, divê heta roja darizandina wan girtî bin.”
Bîrhat Haron amajeyê jî dide, “Li îraqê ew seqamgiriya siyasî nîne, me bawerî bi wê yekê nîne ku çekdarên DAIŞê heta hetayê di wan zindanan de bimînin, lewma lêborîna giştî deriyeke ji bo azadkirina wan çekdarên DAIŞê.”
Heta niha zêdetirî 2500 Êzidiyan winda ne û çend gorên bikom jî heta niha nehatine vekirin, zêdebarî wê yekê jî ku zêdetirî 200 hezar welatiyên Êzidî li nav kempan jiyana xwe derbaz dikin, hêşta diyar nîne kengî Civata Civata Nûnerên Îraqê û Hikûmeta Îraqê wê dozê bidawî tînin.”