Belcîka: Divê Kurd û pêkhateyên din di Sûriyeya nû de mafên xwe yên rastîn bidest bixin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Belîckayê ragihand, pêwîst e Kurd û hemû pêkhateyên din li Sûriyeyê di sîstema nû ya siyasî de mafên xwe yên rastîn werbigirin.
Wezîrê Derve yê Belîckayê Bernard Quentin ji K24ê re got: “Pir girîng e ku di vê demê de, serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê were parastin.”
Bernard Quentin got jî: “Helwesta Belcîkayê derbarê rewşa Sûriyeyê de ew e ku divê yekîtî û serweriya xaka Sûriyê ji aliyê her kesî ve bê parastin û di serî de ji aliyê rêveberiya nû ve.”
Wezîrê Derve yê Belîckayê tekez kir, “Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê di sîstema nû ya Sûriyê de cihê xwe yê rewa bigirin.”
Bernard Quentin got jî: “Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê di sîstema nû ya siyasî de, mafên xwe yên rastîn bidest bixin.”