Rêbaz Hemlan peyama Mesrûr Barzanî ya li ser mûçeyan digehîne Sûdanî

Rêbaz Hemlan û Sûdanî
Rêbaz Hemlan û Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Darayî ya Îraqê amajeyê dide ku, serdana Serokwezîrê Îraqê kiriye û li ser mûçe û budceyên Herêma Kurdistanê danûstandin pê re kirine. Herwesa dibêje, “Hemî li benda civîna Îniya bê ne.”

Wekîlê Wezareta Darayî ya Îraqê Rêbaz Hemlan îro (Sêşem, 28.01.2025) ragehand ku, îro serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye û pê re bi awayekî giştî behsa rewşa darayî ya Îraqê û qebxwaziyên wan di îsal de kiriye.

Rêbaz Hemlan amaje jî da ku, paşî peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li ser budce û mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û dawî civîna neasayî ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di vî warî de li roja 11ê.01.2025ê gehandiye wî.

Navbirî amaje jî da ku, di wê civînê de behsa hûrgiliyên tevav ên wan pêngavan kiriye yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li ser daxwaziya Wezareta Darayî ya Federalî avêtine, çend tîm bi amadebûna nûnerên Wezareta Darayî ya Federalî her roj bi awayekî berdewam kar dikin, lê mûçeyên xelkê Kurdistanê gelek vemane û jîn û jiyara welatiyên Herêma Kurdistanê di rewşeke darayî ya xirab de ye.

Wekîlê Wezareta Darayî ya Îraqê eşkere jî kir, ji Sûdanî re ron kiriye ku daxwaziya Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê Îraqê de divê wekî herêm serederî pê re bê kirin, herwesa qanûna budceyê û biryarên Dadgeha Federalî li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê wekî xwe bên bicihanîn.

Rêbaz Hemlan herwesa got, “Hemî li benda civîna Îniya bê ya Bexdayê ne, ku di navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Federalî bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên û Serokê Civata Aborî ya Îraqê de bi rê ve diçe.”