Qeyûm li cihê Hevseroka Şaredariya Sêrtê hat danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Sizayê zindanîkirinê ji bo Hevseroka Şaredariya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hat derxistin û qeyûm li cihê wê hat danan.
Rûniştina girêdayî doza Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş duhî (Sêşem, 28.01.2025) li Dadgeha Tawanan a Pêncê ya Diyarbekirê bi rê ve çû.
Sofya Alagaş di wê rûniştinê de bi tometa “endametiya PKKê” hat tawanbarkirin, û li dawiyê di rûniştina heftê ya dadgehê de sizayê zindanîkirinê ji bo dema şeş sal û sê mehan li ser wê hat sepandin.
Piştî sepandina wî sizayî, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragehand ku, qeyûm li cihê Hevseroka Şaredariya Sêrtê hat danan.
Sofya Alagaş di hilbijartinên şaredariyan ên sala borî de kandîda Dem Partiyê bû. Ji piştî hilbijartinên 31ê Adarê, qeyûm ji bo heşt şaredariyên Dem Partiyê hatine danan ku ew jî ev in; Hekarî, Mêrdîn, Batman, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Baxçeseray û li dawiyê jî Sêrt.