Serokê Herêma Kurdistanê serexweşiyê li gelê Amerîkayê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê li ser tora civakî ya Xê peyameke serexweşiyê pêşkêşî gelê Amerîkayê dike û tê de dibêje, “Ez ji ber karesata trajedîk a ketina balafira Waşintonê gelek xemgîn im.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 30.01.2025) li ser tora civakî ya Xê peyameke serexweşiyê pêşkêşî gelê Amerîkayê kir û tê de nivîsî, “Ez ji ber karesata trajedîk a ketina balafira Waşintonê gelek xemgîn im, ji dil serexweşiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên wê rûdana karesatbar dikim.”

Serê sibeha îro (Pêncşem, 30.01.2025) balafireke neferan, bi 60 nefer û çar karmendên desteya balafirê ve berî dadana li balafirxaneya Ronald Rîginê, û helîkoptereke serbazî ku sê serbaz tê de bûn li hev ketin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser wê rûdanê ragehand, “Amerîka di şînê de ye û çi neferek ji rûdana lêkdana wan balafir û helîkopteran rizgar nebûye, ev jî karesatbar e.”

Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir, û tê de serexweşî li hikûmet û gelê Amerîkayê kir û got, “Ji ber wê rûdana dilhejîn a pêkdadana balafir û helîkopterekê li nêzî Waşinton DCyê, ez serexweşiyê li gel û hikûmeta Amerîkayê dikim.”

 
Fly Erbil Advertisment