Serokê Amedsporê: Tevî hemû hewlan, pirsgirêka zemînê çareser nebûye

Diyarbekir (K24) – Rahêner û Rêveberên Amedsporê dan zanîn, her çiqas maşîneyek taybet a venêrîna zemîna yarîgehan dike bo zemîna Yarîgeha Diyarbekirê hatibe anîn jî, pirsgirêka zemînê çareser nebûye û ew maşîne jî hatiye birin. Rahênerê Amedsporê derbarê tîmê de jî da zanîn ku dê beriya serdema transfere bidawî bibe tarnsferên nu jî pêk tînin.

Serokê Amedsporê Bûrç Baysal, Sekreterê Giştî Yê Amedsporê Farûk Korkmaz û Rahênerê Amedsporê Servet Çetîn bi civîneke çapemeniyê derbarê rewşa dawî ya Amedsporê de agahî parve kirin. 

Serokê Amedsporê Bûrç Baysal amaje kir, her çiqas wan hewleke zêde dabin ku zemîna xirap a yarîgehê çak bikin, dîsa jî ev yek pêk nehatiye û maşîneya çakkirina zemînê jî tenê kariye 800 metirçargoşeyê yargîgehê çak bike û ji ber ku di binê yarîgehê de gelek lat û kevir hen,e maşîneyê nekariye tevahiya zemînê çak bike. 

Sekreterê Giştî yê Amedsporê Farûk Korkmaz bang li alîgirên Amedsporê kir ku dema yariyan de bila diruşmeyê bisixêf berz nekin û bila bi ti awayekê tiştekê neavêjin nav lîstikvanan, da ku Amedspor rastî sizayên pereyî neye an jî yarîgeha wê neye girtin.

Rahênerê Amedsporê Servet Çetîn jî da zanîn, ew ê beriya dema transferan bi dawî bibe 2 transferên din bikin. Çetîn anî zimên ku ew dixwaze tîmek wisa dirust bike ku di têkçunê de jî bi yariyek baş û were ecibandin têk biçin.

Amedspor dê roja yekşemê demjiimêr 16.00ê  mêvandariya tîma Sakaryasporê bike û dê ev yarî bi awayeke zindî ji aliyê kanala TRT SPOR were dayîn.

Amedspor di Lîga Yekem a Trendyolê de, di rêza 12 de ye û puanê wê 30 e û Sakaryaspor jî di rêza 17 de ye û puanê wê jî 26 e.