Civata Nûnerên Îraqê deng li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê îro (Yekşem, 02.02.2025) bi piraniya dengên endaman deng li ser edilandina qanûna budceya giştî ya federalî û madeya 12ê ya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da.

Endamê Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê Sîpan Şêrwanî ji Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Dîlan Barzan re ragehand, “Bi dengdana li ser edilandina budceyê, dubare dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tê kirin û çi berbesteke qanûnî di rêya wê de nemaye.”

Wî endamê Civata Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Divê Hikûmeta Federalî jî pabendî xerckirina hemî mafên darayî yên Herêma Kurdistanê be, ku di qanûna budceyê de amaje pê hatiye dan.”

Sîpan Şêrwanî eşkere jî kir, “Di çend rojên bê de, rênimayên bicihanîna edilandina qanûna budceya giştî ya federalî arasteyî hemî aliyên peywendîdar tên kirin.”

Rûniştina Civata Nûnerên Îraqê îro (Yekşem, 02.02.2025) seet 03:00 bi amadebûna 176 endaman hat destpêkirin. Li dû wê edilandinê, Herêma Kurdistanê her roj 400 hezar bermîlên petrolê dide destê kompaniya SOMOyê.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li roja 31ê meha borî bi serokên firaksiyonên Civata Nûnerên Îraqê re civiya, piştî wê rûniştinê jî lihevkirin li ser derbazkirina edilandina qanûna budceyê, wekî ku ji Civata Wezîran hatiye, kir.

 
Fly Erbil Advertisment