Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziya dengdana Civata Nûneran li ser edilandina qanûna budceyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya dengdana Civata Nûnerên Îraqê ya li ser edilandina qanûna budceya giştî ya federalî dike û li ser wê mijarê hin gotinên giring parve dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 03.02.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehandiye: Em pêşwaziya dengdana Civata Nûnerên Îraqê ya li ser edilandina qanûna budceya giştî ya federalî dikin û destxweşiyê li Civata Nûneran û hemî wan kesan dikin ên ku tevlî amadekirin û pejirandina wê bûne.”
Nêçîrvan Barzanî di wê ragehandinê de tekez kiriye, “Rêz û spasiyên me yên taybet ji bo Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ku her ji destpêkê ve bi awayekî dilsozane û bi canekî niştîmanî, ji bo çarekirina pirsên girêdayî budce û mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi me re alîkar bû.”
Navbirî di pareke din a gotinên xwe de ragehandiye, “Em destxweşiyê li şanda danûstandinan û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî dikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragehandiye, “Herwesa ev pêngaveke durist û hêvîbexş e û xêr û berjewendiya tevaya Îraqê bi Herêma Kurdistanê jî ve digire.” Tekez jî kir, “Em tekez dikin ku em dê li ser bizavên xwe ji bo çarekirina tevaya arêşeyan bi diyalog û hevfêmkirin berdewam bibin.”
Nêçîrvan Barzanî herwesa got, “Em hêvîdar in ev bibe destpêka çarekirina arêşeyên din û bi zûtirîn dem nûçeya dilxweşker a çarebûna biyekcarî ya pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî di dû re bê.”