Baregayê Barzanî: Serok Barzanî çi daxuyaniyek li ser postê Serokwezîrê Îraqê nedaye

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî red dike ku, Serok Barzanî dijatiya xwe ji bo dubare danana Sûdanî ji bo postê Serokwezîrê Îraqê ragehandibe. 

Baregayê Barzanî îro (Duşem, 03.02.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Li ser çend malperên medyayî û medyaya civakî daxuyaniyek bi navê cenabê Serok Barzanî hatiye parvekirin, qaşo Serok Barzanî dijatiya xwe ji bo dubaredanana rêzdar Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê Serokwezîrê Îraqê diyar kiriye.”

Di wê ronkirinê de hatiye, “Em li vê derê radigehînin ku, vê mijarê çi bingehek nîne û ji rastiyê dûr e. Armanc ji parvekirina van gotgotkan jî têkdana wê vekirin û jîngeha erênî ye, ya ku di peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federalî de peyda bûye.”

 
Fly Erbil Advertisment