Fermandarê Hêzên Almanyayê li Hewlêrê: Em heta wê dema pêdivî be alîkariya Pêşmergeyan dikin

Kolonel Thomas Ritter
Kolonel Thomas Ritter

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê tekez dike ku, heta wê dema ku pêdivî be li ser alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyan di piroseya çaksaziyê de berdewam dibin, ji bo ku di dema vekêşana Hevpeymanan de ew bikarin pişta xwe bi xwe germ bikin.

Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Thomas Ritter îro (Duşem, 03.02.2025) ji K24ê re ragehand, “Em bi hêzên Pêşmergeyan re hevrê û hevpeyman in, lewma jî hevahengiyeke baş û nêzîk di navbera me de heye.”

Kolonel Thomas Ritter amaje jî da, “Em di piroseya çaksaziyê de alîkariya hêzên Pêşmergeyan dikin, ji bo ku dema Hevpeyman xwe vedikêşin ew bikarin pişta xwe bi xwe germ bikin û bihêz bin. Pêdivîtiya vê yekê jî bi demê heye û em temam nebûne, lê em li ser karê xwe berdewam in.”

Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê di pareke din a gotinên xwe de tekez kir, “Em dê alîkariya hêzên Pêşmergeyan bikin heta wê demê ku ew bixwazin û pêdivîtiya wan pê hebe.”