Mesrûr Barzanî û şanda Omanê pirsa vekirina konsulxaneya Omanê li Kurdistanê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda Sultanata Omanê gotûbêjan li ser vekirina konsulxaneya giştî ya Omanê li Kurdistanê dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 3ê Sibatê pêşwazî li şandeke Sultanata Omanê bi serokatiya Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî û Pêşxistina Veberhênananê Qeys Bin Mihemed El-Yûsif kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser bihêzkirina têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Omanê di warên cuda cuda de, bi taybetî bazirganî, pîşesazî û veberhênanê hat kirin.

Serokê şanda Omanî dilxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên dualî nîşan da. Di vê derbarê de amaje bi girîngiya vekirina Konsulxaneya Giştî ya Omanê li Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendiyên li gel Sultanata Omanê tekez kir.