3 xortên Kurd ên li Humsê hatibûn girtin, hatin berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Her sê welatiyên Kurd ên ku li ser rêbendeke hêzên Sûriyeyê li Himsê hatibûn girtin, hatin berdan.
Sê welatiyên Kurd bi navê Lazgîn Salih, Fadî Omer û Nûbar Cengîz roja 29ê meha borî dema ji Şamê vedigeriyan Qamişlo, li rêbendeke bajarê Humsê hatibûn girtin.
Jêderekî ji malabata wan kesan îro 3ê Sibatê ji K24ê re got, îro ew her sê kes hatibûn girtin, hatin berdan, niha berê wan li Şamê yê û sibe ji Şamê berê xwe didin Qamişlo.