Mesrûr Barzanî û Şêx Madih tekezî li ser pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên Kurdistanê de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Sibatê pêşwazî li kesayetiyê olî yê navdar ê Kurdistanê Şêx Madih Şêx Osman Neqşbendî kir.

Di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane û tebayîya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de û parastina nirxên bilind ên ola pîroz a Îslamê di miyanrewî, lêborîn û aştiyê de hate kirin.