Serokwezîr: Em hêvîdar in kêşeyên din ên bi Bexdayê re jî bên çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Sibatê li gel Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de şandeyê behsa encamên gotûbêj û civînên xwe yên li Bexdayê yên derbarê sererastkirina yasaya bûdceya federalî û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya endamên şandryê û hemû tîmên teknîkî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku karên xwe bi awayekî profesyonel û dilsozane kirine. Herwiha hêvî xwest ku dengdana li ser sererastkirina yasaya bûdceya federalî, bibe sedema çareserkirina kêşeyên din ên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.