Erdogan û Ehmed Şera civiyan

Erdogan û Ehmed Şera
Erdogan û Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz bi awayekî fermî serdana Tirkiyeyê dike û ji aliyê serokê wî welatî ve pêşwaziya wî tê kirin, herwesa biryar e her du alî danûstandinan li ser hejmareke pirs û tewerên peywendîdar bikin.

Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera îro (Sêşem, 04.02.2025) bi hevaltiya Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî bi serdaneke fermî gehişt Enqereya paytexta Tirkiyeyê, û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve pêşwaziya wî hat kirin.

Biryar e her du alî danûstandinan li ser peywendiyên dualî yên navbera her du welatên cîran û rewşa siyasî ya piştî nemana Rijêma Esed bikin.

Biryar e piştî temambûna wê civînê û xwarina şîvê, Erdogan û Ehmed Şera di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de zanyaran li ser naveroka civîna xwe eşkere bikin.

Birêveberê Pişka Peywendiyên Serokatiya Komara Tirkiyeyê Fexredîn Altûn duhî (Duşem, 03.02.2025) di ragehandinekê de li ser tora civakî ya Xê parve kir ku, “Serokê Sûriyeyê yê nû sibe (Sêşem, 04.02.2025) digehe Enqereyê.”

Fexredîn Altûn herwesa amaje dabû, “Serdana Ehmed Şera li ser vexwandina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e û dê danûstandinan li ser dawî pêşhatên Sûriyeyê ji hemî aliyan ve bikin, xasma vejandina kertê aborî û seqamgirî û ewlehiya Sûriyeyê.”

Her li dû wan zanyarên ku Fexredîn Altûn ragehandine, di hevdîtina Erdogan û Ehmed Şera de tekez li ser piştevaniyên Tirkiyeyê ji bo Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî û gelê Sûriyeyê tê kirin.

Ji hingê ve ku Ehmed Şera wekî Serokê Sûriyeyê yê nû hat danan, ev dibe serdana wî ya yekê ji bo Tirkiyeyê û serdana wî ya duyê ji bo derveyê Sûriyeyê.