ENKS pîrozbahiya Ehmed Şera dike

Logoya ENKSê
Logoya ENKSê

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) pîrozbahiyê li Ehmed Şera dike ku, wekî Serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz hatiye destnîşankirin.

ENKSê nameyeke pîozkirinê arasteyî Ehmed Şera kir û tê de gotiye ku, pêdivîtiya vê qonaxê bi avêtina gavên cidî ji bo bidawîkirina azara xelkê Sûriyeyê û peydakirina şertên guncayî ji bo kirina hilbijartinên azad û pak heye.

ENKSê herwesa tekez kir ku, divê destûrek bê darêtin û tê de mafên tevaya pêkhateyên Sûriyeyê bên gerentîkirin.

ENKSê di derheqa vegera penaber û derbideran de jî got: "Divê vegereke ewleh û bi rûmet bo tevaya penaber û derbideran, di nav de xelkê Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê, bê dabînkirin."

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) diyar kir ku, pêdivîtiya serkeftina vê qonaxê bi destpêkirina proseyeke siyasî ya tevgir bi tevlîbûna tevaya pêkhateyên Sûriyeyê heye:

"Tekeziyê li ser giringiya bidawîkirina stema dîrokî ya li ser miletê Kurd û pejirandina mafên wî yên neteweyî di destûrê de dikin."

ENKSê herwesa got, "Li ser bingeha pabendiya bi proseya siyasî û hewlên avakirina Sûriyeya piralî nenavendî, em banga lixwegirtina rêbaza diyalogê weke rêyeke sereke ji bo rûbirûbûna astengiyên niha dikin."