Encûmena Wezîrên çend biryar ji bo rêkxistina rewşa darayî, dahat û xerciyên sala 2025na dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran Wezareta Samanên Siruştî raspard kir ku li ser pêwendiya bi Wezareta Petrola Iraqê, kompanya SOMO û kompanyayên berhemhênerên petrolê yên Herêma Kurdistanê berdewam bin, da ku di zûtirîn dem de dest bi hinardekirina petrolê bikin.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 05.02.2025ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran spasiya şanda danûstanker a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevahiya tîma teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî û Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî û tîma pê re kir, ji bo bizavên wan ji bo gihîştina wan bi rêkeftineke berfireh li ser mûçe û mafên darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya tevahiya sala 2025ê, ji bo bidawîkirina xem û nîgeraniyên karmendên Kurdistanê.
Herwiha Serokwezîr spasiya Serokwezîrê Federal, Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Darayî yê Federal, wezîrên kurd ên di Hikûmeta Federal de, endamên Encûmena Nûneran û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Federal jî kir, ji bo rola wan di gihîştina vê rêkeftina derbarê bûdceyê û herwiha sererastkirina yasaya bûdceyê ya hinardekirina petrolê.
Di yekem xala civînê de, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û endamên din ên şanda danûstandinan raportek derbarê çarçoveya rêkeftina di navbera her du wezaretên darayî yên û Herêmê û Federal de pêşkêş kirin. Di vê derbarê de, ji bo berdewamiya vê rêkeftinê, çendîn pêşniyar ji bo sererastkirina rewşa darayî, dahat û xerciyan, mîlak û xizmetguzariya giştî bo sala 2025an li gor rêkeftina dawî ya di navbera her du wezaretên darayî de, hatin pêşkêşkirin.
Piştî guftûgo û danûstandinan, Encûmena Wezîran biryar da ku hemû pêşniyarên di civînê de hatine pêşkêşkirin, pesend bike, ji bo garantîkirina mûçeyên her duwazdeh mehên sala 2025an û ji holê rakirina hincetên teknîkî, ji bo rêgirtin li cîbicîkirina rêkeftinê neyê kirin.
Di beşeke din a civînê de, Encûmena Wezîran herwiha biryar da ku mîlakê hemû mûçexurên Hikûmeta Herêmê bo sala 2025'an, li gorî wan hejmar û xerciyên ku di civînê de hatin pêşkêşkirin, pesend bike û pê pabend be. Herwiha biryar hat dayîn ku rêkarên veguhestina xaneşîna Pêşmerge, leşkerî û hêzên ewlekariya navxweyî û şayesteyên kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan bo ser Rêveberiya Giştî ya Xaneşînê li Wezareta Darayî û Aboriyê wek aliyê pispor ê xaneşînê li seranserê Herêmê bên pesendkirin.
Paşê Serokê Fermangeha Teknolojiyaya Zanyariyê Hîwa Efendî raporek li ser projeya elektronîkkirina lîsteya dayîna mûçeya hemû mûçexurên Herêmê pêşkêş kir, ku ji bo yekem car di meha yekê ya îsal de, ketiye warê cîbicîkirinê û hêsankarîyeke baş kiriye û bandoreke berçav hebûye.
Di birgeya duyem de, Encûmena Wezîran gotûbêj li ser rêkarên cîbicîkirina yasaya sererastkirina yekem a yasaya bûdceya Iraqê ya federal kir, bi taybetî li ser madeya 12 di yasayê de, ku taybet e bi hinardekirina petrola Herêmê, ku ji aliyê Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Samanên Siruştî bi wekalet ve hat pêşkêşkirin. Encûmena Wezîran pêşwazî li sererastkirina yasayê dike û wê wek gaveke girîng bi arasteya destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê dizane, ku ji ber rawestandina wê, ziyaneke mezin gihiştiye bûdceya giştî. Encûmena Wezîran, tevî dûpatkirina pabendbûna xwe bi sererastkirina yasayê, Wezareta Samanên Siruştî raspart, ku di peywendiya berdewam de bin ligel Wezareta Petrolê ya Iraqê û kompaniya Somo û kompaniyên petrolê yên berhemhêner li Herêmê, da ku di zûtirîn dem de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Somo ve dest pê bike û dahata wê jî bikeve xizmeta xezîneya giştî ya federal.
Di birgeya dawî ya civînê de, gotûbêj li ser rêkxistina dahlata navxweyî ya Herêma Kurdistanê bo sala 2025'an hat kirin û biryar hat dayîn ku Wezareta Darayî û Aboriyê bê raspartin, bo şandina beşa gencîneya federal bo meha Çileya sala 2025'an li ser hesabê Wezareta Darayî ya federal di çend rojên bê de.