Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî 31 saliya damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pîroz kir û ragihand, “Em tekezî li ser yekrêziya aliyên siyasî û destgirtina li ser berjewendiyên stratejîk ên gelê xwe dikin.”
Serok Barzanî îro 6ê Sibatê peyameke pîrozvahiyê belav kir û tê de got: “Bi boneya 31 saliya damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahiyê li birayê xwe Selahedîn Behaedîn, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û serkirdayetî, endam û alîgirên Yekgirtûya Îslamî dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim.”
Serok Barzanî got jî: “Bi vê boneyê em rol û bandora Yekgirtûya Îslamî û serkirdatiya wê di proseya siyasî ya Kurdistan û Iraqê de û helwestên wan di qonaxên cuda de bilind dinirxînin. Herwiha em tekezî li ser pêwîstiya pêkveyî û tebayîya di navbera aliyên siyasî de û destgirtina li ser xêz û berjewendiyên stratejîk ên gelê xwe dikin.”