Li Stenbolê korsên govenda kurdî tên dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Stenbolê li navendeka hunerî korsên govenda Kurdî tê dayîn û ji Tirkan heta xelkê Ewropî hejmarek kes di wê korsê de fêrî govendên Kurdî dibin. Jineka Îtalî ku yek ji endamên korsê ye dibêje, çanda Kurdî gelek dewlemend e û her kesên ku ji dansên gelêrî hez dikin divê berê xwe bidin govendên Kurdî. Armanca herî mezin a perwerdekarê vê korsê jî avakirina akademiyeka govendên Kurdî ye û ew dixwaze bi riya vê akademiyê çand û govendên Kurdî li hemû cîhanê bide naskirin.
Hinek ji wan xwendekar, hinek ji wan fermanber û hinek ji wan dayik, ji bajar û welatên cûrbecûr kes gihiştine hev û xwe fêrî govenda Kurdî dikin.
Perwerdekarê wan ku nîvê jiyê xwe yê 39 salan daye hunera Govenda Kurdî û govendên hevçerx a cîhanî, hemû hûrgiliyên govendên Kurdî nîşanî xwendekarên xwe dide. Ew qedrê govendên Kurdî di warê zanistî de kêmtirê ji dansên cîhanî yên wekî balê û tangoyê nabîne û armanca wî ya vekirina ji vê korsê jî parastina vê qedrê ye.
Rahênerê govendê Arjen Brûsk ji K24ê re got: “Di govenda Kurdî de gelek tevger û koreografî hene ku di nava hezar salan de çêbûne. Kes nehatiye negotiye, ev e Şêxanî ye û werin em wiha bigerînin. Ev govend di encama gerandina mirovan a bi hezar salan peyda bûye ku di hunera dansê de em jê re dibêjin koreografî. Milletê Kurd çêkiriye van koreografiyan. Mirov dikare destana Mem û Zîn bi riya govendan jî nûmayîş bike ku gelek caran hatiye kirin jixwe. Govend dikare bibe hunera dîkê jî.”
Arjen Brûsk her çend e di bin derfetên pir zehmet ên aborî û teknikî de karê hunerê bike, hêviya xwe her tim parastî ye û armanca wî ya herî mezin danasîna çand û govenda Kurdî li cihanê ye. Bo vê armancê beşdarî gelek festîval û çalakiyên navdewletî jî bûye.
Arjen Brûsk dibêje: “Dixwazim çanda Kurdî bi dinyayê bidim nasîn û çandên cîhanê û çanda Kurdî bînim ba hev. Wekî mînak ez ji bo çalakiyeka hunerî ya li Brezîlayayê hatibûm vexwendin û haya wan qet ji çand û govenda Kurdî nebû. Me konsert û performansa dansê çêkir û me mûzîk û govenda Kurdî û ya Brezîliyan anî ba hev. Min behsa rîtûelên Kurdî zikr û semahên me kir. Min Ala Kurdistanê nîşanî wan da û min got, ev sor e nîşaneya xwîn e ye. Ev kesk e nîşaneya berekete ye. Ev spî ye aşitiyê temsil dike. Ev zer e dîroka me û ronahiya me ye.”
Yek ji heyranên govenda Kurdî jineka Îtalî ye. Berî ku bi sûdfeyek govenda Kurdî nas bike, li derûdora wê Tirkên nîjadperest hebûne. Wê piştî ku xwe fêrî govenda Kurdî kiriye gihiştiye wê baweriyê ku hêza çandê heye ku mirovan nêzikê hev bike.
Xwendekara Govenda Kurdî ya Îtalî Maria Claudia got: “Dema ez meha Îlonê nû hatibûm Stenbolê, min dît ku li ber mala min dengê mûzîkekê tê û xelk govend digerînin. Gelek bala me kişand û ez hevalê xwe yê malê em çûn wir. Me zanî ku ev e govenda Kurdî ye û min xwest ez vê çandê nas bikim. Di demekê de ku min xwe fêrî govenda Yewnaniyan dikir, min ji nişkave hez kir ku xwe fêrî ziman û çanda û govenda Kurdî bikim. Hesteke gelek xweş û bi nasîna vê çandê gelek bextewar im.”
Heke derfet çêbin, armanca yekemîn a Arjen Brûskî avakirina akademiyeka govenda Kurdî ye.