Viyan Dexîl: Divê Hikûmeta Sûriyeyê ya nû hemî bizavan bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî bike

Viyan Dexîl
Viyan Dexîl

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê pêdivî dibîne ku desthilatdarên nû yên Sûriyeyê hemî bizavan ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî yên li bin destê DAIŞê bikin, her di vî warî de spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dike.

Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Dexîl îro (Pêncşem, 06.02.2025) li Civata Nûnerên Îraqê ragehandinek parcve kir û tê de pêdivî dît ku desthilatdarên Sûriyeyê, piştî ku Ehmed Şera postê serokatiya wî welatî wergirt, hemî bizavan ji bo rizgarkirina keç û jinên li bin destê çekdarên DAIŞê û eşkerekirina çarenivîsa wan, xasma jî ku heta niha hejmareke keç û jinên Êzidî li çend deverên Sûriyeyê rûbirûyî çepeltirîn tawanan bûne.

Viyan Dexîl tekez jî kir ku ev doz zêdetir nayê gîrokirin, ji bo wê meremê jî daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku dest bi livînên xwe bike û rasterast peywendiyê bi Serokê Sûriyeyê yê nû bike, ji bo bicihanîna pilanên bilez û kiryarkî di derheqa vê pirsê de û xurtkirina peywendî û alîkariyên hewalgirî û vekirina kanala fermî di navbera Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Sûriyeyê de pêxemetî gehiştina encamê erênî bike.

Berdevka navbirî amaje da rolê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nivîsîngeha Rizgarkirina Keç û Jinên Êzidî, ku hemî bizav pêxemetî azadkirin û rizgarkirina wan kirine, herwesa Hikûmeta Herêma Kurdistanê  û dezgehên wê yên peywendîdar karên cidî kirine û pêşwaziya rizgarkiriyan kiriye û xasma jî ji bo dubare amadekirina wan ji aliyê derûnî û civakî ve.