Zanayek haydariya erdhejeke wêranker li Stenbolê dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî derbazbûna du salan li ser erdhejeke parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, zanayekî erdhejzaniyê yê Tirkiyeyê haydarî da ku, mimkin e li paşerojê erdhejeke bihêz û metrisîdar li Stenbolê çê bibe, ku dê bi milyaran dolaran zirarê bigehîne Tirkiyeyê û dê metirsiyê li ser jiyana bi hezaran kesan çê bike.

Zanayê Erdhejzaniyê yê Tirkiyeyê Nacî Guror îro (Pêncşem, 06.02.2025) ji ajansa nûçeyan a Almanyayê re ragehand, “Eger li paşerojê erdhejeke bihêz li Stenbolê çê bibe, dê metrisiyê li ser herifandina bi sedan hezar xaniyan û jiyana bi hezaran kesan çê bike.”

Wî zanayê erdhejzaniyê herwesa got, “Hêşta Tirkiye ji bo erdhejeke ji wî rengî amade nîne, ku mimkin e bi milyaran dolaran zirarê bigehîne Tirkiyeyê.”

Nacî Guror amaje jî da, “Desthilatdarên Tirkiyeyê û xelkê wê hest bi metirsiya erdhejê nakin, ew rêkarên Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo parastina avahî û yekîneyên akincîbûnê bi cih anîne wekî pêdivî nînin.”

Wezîrê Jîngehê û Pêşxistin û Guhertinên Keşûhewayê yê Tirkiyeyê Murad Kurum jî ragehand, “Stenbol xwe li ber erdhejeke ji vî rengî nagire.”

Ev di demekê de ye ku, berî du salan û li roja 06.02.2023ê, du erdhej li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê bi 7.7 û 7.6 pileyên Rêxterê çê bûn.

Di encama wan erdhejan de, 53 hezar û 537 kes mirin û 107 hezar û 213 kesên din jî birîndar bûn û wan erdhejan bandor li ser 11 parêzgeh û 14 milyon welatiyan hebû.

Li dû amarên fermî, zêdetirî du milyon û 700 hezar welatiyan mal û halên xwe winda kirin, herwesa zirar gehişt zêdetirî 700 hezar avahî û yekîneyên akincîbûnê jî.