Rûsya: Divê mafê Kurdan li Sûriyeyê parastî be

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Rûsyayê radigehîne, “Divê li Sûriyeya nû mafên Kurd û Dirûzan parastî bin.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Em bi wê yekê re ne ku Sûriyeyî bi destê xwe paşeroja xwe diyar bikin, lê divê li Sûriyeya nû mafên Kurd û Dirûzan li ber çavan bên wergirtin.”
Maria Zakharova tekez jî kir, “Divê birêveberiya nû ya Sûriyeyê piştrastiyê ji bo parastina berjewendiyên hemî netewe û koman bide, ji wan jî Kurd û Dirûzan.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê herwesa got, “Giring e hemî alî rêzê li bingehên serekî yên hevgirtina ax û serweriya Sûriyeyê bigirin.”
Hêzên çekdar ên Sûriyeyê li serê sibeha roja Yekşemê, 08.12.2024, çûne nav Şama paytexta Sûriyeyê û Rijêma Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar Esed herifand û dawî li desthilata wê binemalê anî.