Li Qahîreyê Lûtkeya Erebî bo rûbirûbûna pilana veguhastina xelkê Xezzeyê bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çend rojên bê de lûtkeyeke berfireh a Erebî ji bo rûbirûbûna pilana veguhastina xelkê Xezzeyê û pêşniyara Donald Trump bi rê ve diçe.
Çavkaniyeke haydar ji kanalên El-Erebiye û Hedesê re ragehand, “Danûstandin ji bo lidarxistina lûtkeyeke berfireh di çend rojên bê de ji bo rûbirûbûna pilana veguhastina xelkê Xezzeyê hene. Armanca serekî ya wê lûtkeyê jî yekkirina helwesta welatên Erebî ye, ji bo redkirina veguhastina xelkê Xezzeyê û berevanîkirina ji mafên wan.”
Wê çavkaniyê amaje jî da, “Di wê lûtkeyê de danûstandsin li ser dana biryarê û helwesteke hevgirtî ya Erebî tên kirin, ku awarebûnê red dike û tekezê li ser yekdengiya Erebî ji bo bicihanîna pilanên qanûnî û navdewletî yên pêdivî ji bo rawestandina bizavên derxistina Filistîniyan ji ser axa wan dike.”
Her wê çavkaniyê amaje jî da, “Di wê lûtkeyê de danûstandin li ser pilanên avedankirina Xezzeyê bê awarekirina Filistîniyan ji ser axa wan tên kirin, herwesa piştevaniya temamkirina lihevkirina agirbestê û rêgirtina li her binpêkirinekê tê kirin.”
Herwesa Sikirtêrê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt jî tekez li ser pêdivîtiya yekdengiya Erebî kir, ji bo redkirina her binpêkirinekê li ser doza Filistînê ku ya herî giring jî mana xelkî li ser axa wan û bêbarnekirina wan ji mafê biryardana li ser çarenivîsa xwe ye.