Mesrûr Barzanî û Xemîs Xancar: Divê destûr bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Sibatê pêşwazî li Serokê Hevbendiya Siyada Xemîs Xancar kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgo li ser mijarên heyî, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin kirin.

Herwiha di civînê de, her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêk û kêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan û parastina ewlehî û aramiya Iraqê kirin.