Kesûkarên Pêşmergeyên kêmendam ên sengeran ji kirêya xwandinê tên efûkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Xwandina Bilind radigehîne, “Hevjîn û zarokên Pêşmergeyên kêmendam ên sengeran ji kirêya xwandina paralel û ya êvaran tên efûkirin.”
Wezareta Xwandina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 09.02.2025) bi nivîsara hejmar 2889, biryarek di berjewendiya kesûkarên Pêşmergeyên kêmendam ên sengeran de derxist û ji bo tevaya zanîngehên Herêma Kurdistanê giştand.
Di nivîsara Wezareta Xwandina Bilind de hatiye, “Li dû madeya heftê, xala çarê ya qanûna xanenişîniyê ya kêmendamên Pêşermege ya hejmar 34 a sala 2007ê, ya girêdayî mafê fêrkirina bêberanber ji bo hevjîn û zarokên Pêşmergeyên kêmendam, ev biryar hat derxistin.
Her li dû wê nivîsarê, lêborîn ji bo xwandina paralel û ya êvaran ji bo wan xwendekaran tê kirin, ên ku kesûkarên Pêşmergeyên kêmendam ên sengeran in, bi şertekî ku belgenameyên pêdivî ji bo vê meremê pêşkêş bikin.
