Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHPê operasyon: 7 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirên şaredarên Kartal û Ataşehîrê jî di nav de, li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê derbarê gelek şaredariyên di bin rêveberiya CHP’ê de ne, lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgeriyê ragihand, 7 kes hatine binçavkirin.
Cîgirên şaredarên Kartal û Ataşehîrê û endamên meclisên şaredariyên Tuzla, Adalar, Şîşlî, Beyoglû û Fatîhê di nav de, bi giştî 7 kes hatin binçavkirin.
Ajansa fermî ya Tirkiyeyê jî ragihand, “Bi îdiaya ku bi rêverberiya PKK/KCKya rêxistina terorê di şaredariyan de bi cih bûne, li dijî 10 gumanbaran ku di nava wan da alîkarên serokşaredarên Kartal û Ataşehirê jî hene, operasyon hat lidarxistin.