Li Wanê 15 rojan hemû civîn û çalakî hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku cezaya 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê DEM’ê Abdullah hat birîn, li bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê DEM’ê Abdullah Zeydan ji ber hewldana alîkariya rêxistina terorê, 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, li Wanê 15 rojan çalakî û civîn hatin qedexekirin. 

Qedexe dê di navbera 11ê Sibata 2025an û 25ê Sibata 2025an de dikeve meriyetê. Her cure meşa xwepêşandanê, civîna vekirî û girtî, çalakiya rûniştinê û anketên ku li Wan û derdora wê bên kirin, bêyî destûra walîtiyê nayên kirin.

Li ser qedexeyê Paregerîya Wanê daxuyanîyek parve kir û got:

‘’Di nav sînorên erdnîgarî yên parêzgeha Wanê de ji 11.02.2025an heta 25.02.2025an ji xeynî yên ku ji aliyê parezgerî  û qeymeqamtiyê ve guncav hatine dîtin, çalakiyên wek meş, civîn û civînên li derve û rapirsîn, civîn û civînên li hundir, ji bo dema (15) rojan kampanyaya îmzeyan, belavkirina belavok, broşur û belavokan û her cure çalakiyên protestoyî li gorî xalên têkildar ên Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a bi hejmara 2911 û Qanûna Îdareya Parêzgehê ya bi hejmara 5442’an hatine qedexekirin.”