Mesrûr Barzanî: Divê Şam bi hemû Kurdan re hevdîtinan bike, ne tenê bi HSDê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 14.02.2025an di hevpeyvîneke taybet ligel kenala “El-Erebiye” de got, “Em piştgiriya tevlîbûna Kurdên Sûriyeyê di piroseya nû ya siyasî li Sûriyeyê de dikin.” Herwiha got jî: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nûnerîtiya tevaya Kurdên Sûriyeyê nakin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê rewşa Sûriyeyê de got: “Em ji rewşa Sûriyeyê nîgeran in, bi taybet ku Sûriye cîraneke rasterast a Herêma Kurdistanê ye û Herêma Kurdistanê jî dê ji bûyerên wî welatî rû didin, bi bandore bibe.”

“Peywendiyên baş ên Herêma Kurdistanê bi Kurd û Erebên Sûriyê re hene”

Herwiha got: “Em ji ber tiştê ku li Sûriyê diqewime dilgiran in û ji ber ku em cîranên wê ne rasterast, em dê ji bûyerên ku li wir diqewimin bandor bibin. Wekî ku hûn dizanin Kurd beşek in ji niştecihên Sûriyê û di heman demê de peywendiyên me yên baş bi Ereban re hene, ji ber vê yekê tiştê ku li wir diqewime me dilgiran dike, tiştê ku em hewl didin bikin ev e ku em agirê aloziyê vemirînin û rolekê bilîzin, eger em bikaribin û eger ew were qebûlkirin, ji bo kêmkirina alozîyê di navbera Tirkiye û Kurdan de.”

“Divê PKK rêzê li rewşa Sûriyeyê bigire”

Serokwezîr Mesrûr got jî: “Ji bo vê yekê jî min serdanek ji bo Tirkiyê kir û ez bi Serok Erdogan û serkirdeyên Tirk re civiyam, ku me danûstandinên pir eşkere kirin, ew jî li hembêrê têgihîştina wan jî ji rewşê re hebû, me hemû li hev kir ku divê demek were dayîn heta ku aştî bicih bibe û zanibe ku dê çi bibe, bê guman em nîgeraniyên Tirkiyê fêm dikin, ji ber hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê li Sûriyê, ku bûye sedema xemgîniyeke mezin li herêmên me jî, ji ber vê yekê em bawer dikin ku riya çêtirîn di pêşerojê de ew e ku alozî kêm bibe û Kurdên li Sûriyê bên handan ku ji Partiya Karkerên Kurdistanê dûr bikevin û divê PKK jî rêz li rewşa nû bigire û li wir rîskê nede hemû Kurdên li Sûriyê. 

“Pêwîst e Mezlûm Ebdî bi hemû aliyên Kurdî re kar ji bo yekrêziyê bike”

Amaje bi wê jî kir, “Mazlûm Ebdî vexwendnameyek wergirt ku serdana Hewlêrê bike û civîneke baş bi Serok Mesûd Barzanî re pêk anî û Serok Barzanî ew han da ku bi hemû aliyên Kurdî re kar ji bo yekrêziya Kurdî bike, da ku ew di çarçoveya hewildanên xwe yên ji bo dîtina çareseriyên aştiyane yên domdar de, xwedî dengek bihêztir û bandortir bin, û me ew jî han da ku mekanîzmayekê deynin ku alîkariya wan bike ku bi Şamê re li hev bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, “Ez çend roj berê li Davosê bûm û li wir ez bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed Şeybanî re civiyam. Bêguman di wê civînê de tiştekî veşartî nehat axaftin, tiştê ku hat axaftin rewşa Sûriyê bû û em hevnêrîn bûn li ser dîtina çareseriyeke aştiyane.”

“HSD ne nûnerê tekane yê hemû Kurdan e”

Tekez kir jî: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ne nûnerê tekane yê hemû Kurdan e, belku nûnertiya beşekê ji wan dike, li Sûriyeyê partiyên siyasî yên din hene ku nûnertiya Kurdên mayî an jî piraniya Kurdan dikin, tiştê ku em hewl didin bikin ev e ku em wan bicivînin, da ku nakokî û cudahiyên di navbera wan de çareser bikin, ku ji ber vê yekê sûd were wergirtin û li ser dîtina çareseriyek ku aramî û aştiyê ji bo hemû Kurdan li Sûriyê pêk bîne were xebitandin. Ji ber vê yekê mesele tenê bi HSDê ve ne girêdayî ye, ez nizanim çi di navbera HSD û Şamê de qewimî, ez ne di rewşeke de me ku ez li ser wê şîrove bikim, lê em bawer dikin ku divê Şam bi hemû Kurdan re tevbigere û ne tenê bi HSD re. Ez hêvî dikim ku HSD amade be ku kar bi Kurdên mayî re bike, da ku nûnertiyek mezin û dîtineke berfirehtir ji Kurdan re li Sûriyê hebe.”

“Kurdên Sûriyeyê biryarê li ser daxwazên xwe didin”

Herwiha got: “Mi civîna bi Şeybanî re, me li ser pêwîstiya dîtina çareseriyek aştiyane li hev kir. Ji hêla daxwazên Kurdan li Sûriyê ve, ev pirsek e ku bi wan ve girêdayî. Kurd û rêveberiya Şamê ew ê biryar bidin çareseriya herî baş ji bo wan çi ye, lê tiştê ku em dixwazin ev e ku em Sûriyê wekî welatekî aram û demokrat bibînin, da ku rêz ji mafên hemû pêkhateyan were girtin, wek Kurd, Elewî, Dûrzî û yên din, ji ber vê yekê aramiya li Sûriyê ji bo me girîng e û her tiştê ku em dikarin bikin an rolek ku em dikarin bilîzin ji bo bicihkirina aramiyê, em amade ne ku bikin.”